Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tenê Tirkiye û Hungarya mane, da ku îmze li ser protokola endambûna Swêd û Fînlandayê li NATOyê bikin.
Blinken destnîşan kir: “Ti car proseya endamtiya welatek li NATOyê ji vê bileztir nebûye, 28 welat protokola tevlîbûna van du welatan pesend kirine û em kar li ser Hungarya û Tirkiye jî dikin.”
Herwiha diyar kir: “Ez piştrast im ku di demeke nêz de em dikarin her du welatan wek hevpeymanên xwe yên fermî namzed bikin.”
Beriya niha Serokomarê Tirkiyê dijayetiya xwe ji bo endambûna Swêd û Fînlandayê li NATOyê ragihandibû.