Hat ragihandin di nav kesên ku dê ziyaretê pêk bînin de, hin akademîsyen û hîndekarên zanîngehan jî hene.
Li gorî nûçeya ANFê heyeta ku serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da ye dixwaz e roja 30ê meha yekê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da.
Di nav heyetê de ji Tifaqa Koma Demokrat û Sosyalîstan a Pêşverû, endamê Parlamentoya Ewropayê Costas Mavrîdes, ji Îngiltereyê nivîskar û rojnamevan Jonathan Stelele, ji Koma Yekîtiya Çep a Ewropayê, endama Meclîsa Parlamentoya Ewropayê Ûlla Sandbaek jî hene.
Heyet serîdana xwe de hêvî kiriye ku hevdîtin di navbera rojên 17-18 yan jî 19ê Sibatê de bê organîzekirin.
Hat ragihandin daxwaza hevdîtina heyetê derbarê prosesek nû ya çareseriya doza kurd, lêgerîna rê û rêbazeke aştiyane ye.