Li gorî ragihandinan, Mattis di civîna çapameniyê de bersiva pirsên rojnamegeran daye û gotiye ku: "Niha pêwîstiya YPG bi çekên bêtir nîne, lê pêdiviya wê bi polîsan û hêzên asayişê heye, daku xelk bizanin ku DAIŞ careke din venagere."
Wekî tê zanîn gelek caran Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kiribû ku alîkariyên xwe ji bo YPG û QSD rawestîne. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu eşkere kiribû ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump di hevdîtina xwe yê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re de soz daye ku êdî çekan nedin QSD'ê.