Senatorê Amerîkî: Heta endamtiya Swêdê erê neke divê F-16 nedin Tirkiyê

Senatorê Amerîkî Mitch McConnell ku li Senatoya Amerîkayê serokatiya Komarîxwazan dike ragihand, heta Tirkiyê endamtiya Swêdê bo NATOyê erê neke divê balafirên F-16 nefiroşin Tirkiyê.

07.07.2023, Cum - 10:47

Senatorê Amerîkî: Heta endamtiya Swêdê erê neke divê F-16 nedin Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Serokê Komarîxwazan li Senatoya Amerîkayê Mitch McConnell ji medya welatê xwe re derbarê endamtiya Swêdê bo NATOyê û rêgirîkirina Tirkiyê de axivî.

Mitch McConnell got: “Ez ligel wê yekê me ku heta endamtiya Swêdê ya NATOyê erê neke, em F-16an nedin Tirkiyê.”

Komîsyona Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê meha Hezîranê, ji ber endamtiya Swêdê bo NATO erê nekiriye firotina çekan bo Hungaryayê bloke kir.

Li Amerîkayê pêştir Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez jî ragihandibû, ku li dijî firotina balafirên F-16an bo Tirkiyê ye.

Ji aliyê din ve hevdîtin û gotûbêjên derbarê endamtiya Swêdê de bo NATOyê di navbera Swêd û Tirkiyê de berdewam in. Roja 6ê Temûza 2023ê di navbera Swêd, Fînlanda û Tirkiyê de, bi mazûvaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li baregeha sereke ya NATOyê li Brukselê civînek hat sazkirin, lê ji civînê ti encamek derneket.

Piştî civîna sê alî ya Swêd, Fînland û Tirkiyê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, ew dê Duşema bê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson civînekê pêk bîne û got, “Dibe ku heftiya bê derbarê Stokholmê de biryareke girîng bê dayîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x