Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, “Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo îmzekirina peymanan spasiya Mesrûr Barzanî kir. Herwesa di çarçoveya civîna di navbera wan de jî danûstandin li ser zêdekirina qebareya bazirganiyê hatine kirin.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce duh (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) di konfranseke rojnamevanî de got, "Em piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya bihêz tekez dikin. Herwesa rêzgirtina li Herêma Kurdistanê kevirê bingehîn ê têkiliyên me yên bi Iraqê re ye."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “Herêma Kurdistanê ya bihêz li gorî berjewendiyên Amerîka û Iraqê jî ye.”
Tammy Bruce herwesa di derdehqa civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de got, “Marco Rubio û Mesrûr Barzanî li ser zêdekirina qebareya bazirganiyê û parastina mafên pêkhateyan axivîne.”
Berdevka navbirî eşkere jî kir, "Marco Rubio ji bo îmzekirina peymanan spasiya Mesrûr Barzanî kir.” Tekez jî kir, “Em careke din piştgiriyê didin wan peymanan ên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatine îmzekirin."
Tammy Bruce bal kêşa ser wê yekê jî ku, peymanên wesa di berjewendiya herdu aliyan de ne. Tekez jî kir, "Em piştevaniya Hewlêr û Bexdayê dikin ku ji bo pêşxistina sektora gazê bi hev re bixebitin."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ron jî kir, "Gaza Herêma Kurdistanê dê alîkariya Iraqê bike ku ji hêla enerjiyê ve serbixwe bibe."
Tammy Bruce di derheqa şîrketên Amerîkayî yên li Herêma Kurdistanê de jî ragihand, “Şîrketên welatê me bi bihayê bi milyaran dolaran li Herêma Kurdistanê weberhênan kiriye.”