Ji tirsa ji qirkirina etnîkî, bi hezaran Ermenî ji herêma Qerebaxê derketin

Ermeniyên li Nagorno-Karabaxê dest bi koçeke girseyî ber bi Ermenistanê kirin, piştî ku Azerbeycanê di şerekî de şervanên herêmê yên cudaxwaz têk birin.

25.09.2023, Pts - 06:04

Ji tirsa ji qirkirina etnîkî, bi hezaran Ermenî ji herêma Qerebaxê derketin
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Ermenistanê duhî Yekşemê danê êvarê ragihand ku 1050 kes ji Qerebaxa Çiya derbasî wî welatî bûne.

Serkirdayetiya herêma veqetandî ya Qerebaxa Çiya ji Reutersê re ragihand, 120 hezar Ermeniyên li Qerebaxa Çiya dimînin dê herin Ermenistanê ji ber ku naxwazin di bin serweriya Azerbaycanê de bijîn û ji qirkirina etnîkî ditirsin.

Nagorno-Karabax, herêma çiyayî ya li Kafkasya Başûr, beşek ji Azerbaycanê ye û li ser navneteweyî tê naskirin, lê deverên berfireh ên vê herêmê ev sê deh sal in di bin kontrola Ermeniyan de ye.

Ermeniyên li Qerebaxê di 20’ê Îlonê de neçar man ku agirbestê rabigihînin bikin, piştî operasyona leşkerî ya ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve ku di nava 24 demjimêran de hat lidarxistin.

Azerbaycan dibêje ku ew ê mafên wan garantî bikin û herêmê tevlî welatê xwe bikin, lê Ermenî dibêjin ku ew ji zordarî û qirkirina etnîkî ditirsin.

Ermenîstan niha ji Netewên Yekgirtî daxwaz dike ku tîmekê bişîne ji bo şopandina rewşa li Qerebaxê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x