Koreya Başûr û Japonyayê ragihand ku Koreya Bakur mûşekên balîstîk berdane

Koreya Başûr û Japonyayê ragihand ku Koreya Bakur mûşekên balîstîk ên menzîlkurt ber bi Deryaya Japon ve berdane.

08.05.2025, Per - 10:04

Koreya Başûr û Japonyayê ragihand ku Koreya Bakur mûşekên balîstîk berdane
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Ajansa Yonhapê ya ku ji daxuyaniya Serokatiya Giştî ya Artêşa Koreya Başûr hatiye wergirtin, Koreya Bakur ceribandinên mûşekan pêk anîne.

Ji herêma Wonsanê ya li rojhilatê welêt di navbera saet 08:10 û 09:20î de (bi dema herêmî) çend mûşekên balîstîk ên menzîlkurt hatine berdan.

Mûşekên ku ber bi bakurrojhilat ve çûne û gihiştine bilindahiya 100 kîlometreyî, li hewayê nêzîkî 800 kîlometreyî dûr çûne û ketine Deryaya Japon.

Serokatiya Giştî ya Artêşa Koreya Başûr ragihand ku ew çavdêriya mûşekan didomînin û parvekirina agahiyan a bi Amerîka û Japonyayê re jî berdewam dike.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê jî daxuyand, tê texmînkirin ku hemû mûşek li derveyî Herêma Sînordar a Aborî ya Neteweyî (MEB) ketine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 67 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x