Li Tiflisê piştî 30 salan Newroz hat pîrozkirin

Agirê Newrozê piştî 30 salên navberê, ji nû ve li paytexta Gurcistanê bajarê Tiflisê hat pêxistin.

25.03.2023, Cts - 15:34

Li Tiflisê piştî 30 salan Newroz hat pîrozkirin
Nuçe Belav bike

Îsal ji bo pîrozbahiya Newrozê, Komela “Ronayî” ya kurdên Gurcistanê, mazûvaniya nûnerên tevaya komeleyên Kurdên Sovyeta berê kir.

Parlamenterê Parlamentoya Gurcistanê Îsko Dasinî Dasinî dibêje: “Di dema Soyvetê de em hemû kom dibûn û me Newroz pîroz dikir. Paşê hêdî hêdî ew nema. Niha Komeleya Ronahî hatiye avakirin û dîsa vê vedigerînin. Ez dibînim êdî zarokên me dixwazin bi Kurdî jî biaxivin.”

Amadebûna di pîrozbahiyê de nûnerên Kurdên Kazaxistan, Qirgizistan, Azerbaycan, Ermenistan û Rûsyayê, her weha hunermendên ji Kurdistanê avhewaya şahiyê germtir kir.

Bê guman, ji bo Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta berê, pîrozkirina Newrozê wek derfeteke pêşandanana hevgirtina xwe tê dîtin.

Serokê Komelaya Bernag a Kurdan Ziyo Bedirxan got: “Em heta nebin yek ne welat çê dine û ne jî tişteke din. Divê em pêşiyê ji miletê xwe hez bike, paşê kî çi dixwaze dikare hez bike.”

Serokê Enstituya Kurdî ya Qafqasyayê Hejar Şamil jî got: “Tiflis her dem navenda Qafqasyayê bûye îro jî vê rolê dileyîze û ez Azerbaycanê temsîl dikim û li wê derê nûnerên 6 welatên Soyveta berê kom bûne. Piştî 30 salan Kurdên Qafqasya, Rûsya û Asya Navîn Newroza xwe bi hev re pîroz dikin. Dirûşma vê Newrozê jî ew e ku Tu û Ez bi hev re ye.”

Newroza Tîflîsê di heman demê de bûye nîşana vejandina hunera şanoya diyasporayê jî.

Karsaz Kurda Qazaxistanê Narîn Nadîrova jî dibêje: “Em hemû Kurdên Soyveta berê ji bo Newrozê li vê derê kom bûne. Min li vê derê xelat jî wergirt. Ez Newroza hemû Kurdan pîroz dikim.”

Cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta berê Ibrahimê Filît jî got: “Welatê Gurcistanê, welatê Kazakistanê, welatê Rûsyayê, Kurdistan û hemû welat em dibêjin ‘tu, ez û em bi hev re’ Newroza hemû kesan pîroz be.”

Şahîyê, hem bi zengîniya bernameya hunerî û hem jî bi bikaranîna teknîkên dîjîtal mêvan û temaşevanan heyîrî dihêle.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:35:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x