Serok û Serokwezîrê Srî Lankayê dest ji kar berdan

Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa û Serokwezîr Ranil Wickremesinghe ji dest ji kar berdan.

10.07.2022, Paz - 06:55

Serok û Serokwezîrê Srî Lankayê dest ji kar berdan
Nuçe Belav bike

Srî Lanka bi mehan ji ber kêmbûna xurek û sotemeniyê, qutkirina elektrîkê û lezbûna enflasyonê dinale, xelkê wî welatî jî dest bi xwepêşandanan kirine.

Xwepêşander bi hêrs in… tenê li ser cadeyan nemane û avêtine ser mala Serokwezîr wî welatî jî.

Xwepêşanderan berbenda ewlekariyê hilweşandin û agir berdan mala Serokwezîr Ranil Wickremesinghe.

Lê beriya van bûyeran Serokwezîr destjikarberdana xwe ragihandibû û daxwaz kir ku bilez dest bi pêkanîna hikûmeta nû bê kirin daku valatiya desthilatdariyê çê nebe.

Xwepêşander Muhemmed Îmran dibêje: “Ez ne şaş im ku bêjim em di van hewldanan de bi ser ketin. Me hemû nakokiyên xwe dan aliyekî û mala serok dorpêç kir.”

Heta çav dibîne mirov tên dîti xelk ji bo beşdarî xwepêşandanan bibe ber bi paytextê ve herikîn.

Ti berbendek xwepêşanderan narawestîne. Ji bo hêrsa wan kêm bibe hinek ji wan di nav hewzê mala serokê reviyayî de avjenî kirin.

Xwepêşander Cagat Arnolld Dî Sîlva jî got: “Îro xelkê pêşanî welat û civaka navdewletî daye ku desthilata gel çiqasî bihêze. Çend mehin xelk ji serok daxwaz dike ku dest ji kar berdin û desthilatê radestî xelkê bikin.”

Srîlankayê di sala 1948an de serxwebûna xwe bidest xist û ji wê demê de jî rewş her nebaşe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji 22 milyon nîştecihên wî welatî 6 milyon kes rûbirûyê nearamiya xorakê bûne.

Di çend rojên borî de 11 kesan di dora benzînê de canê xwe ji dest dan û pêleke koçê bo derve destpêkiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:26:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x