Talibanê çûna zanîngehan ji jinan re qedexe kir

Talibanê bi biryareke fermî ya Wezareta Xwendina Bilind a vî welatî, xwendina zanîngeh û peymengehan li jinan qedexe kir.

21.12.2022, Çar - 13:52

Talibanê çûna zanîngehan ji jinan re qedexe kir
Nuçe Belav bike

Lîsteya qedexeyan ji bo jinên Efxanî her ku diçe dirêjtir dibe: Yekem, Talibanê çûna keçan li dibistanên navîn qedexe kirin. Xwendina bilind êdî tê texmînkirin ku tenê ji bo mêran be.

20ê vê mehê hikûmeta Talibanê bi biryareke fermî ya Wezareta Xwendina Bilind a vî welatî, xwendina zanîngeh û peymengehan li jinan qedexe kir.

Li Kabula paytexta Efxanistanê keçên Efxanî ku wek her roj diçûn zanîngehê, bi biryara Talibanê zêrevanên zanîngehê destûr nedan ku keç bikevin hûndirê Zanîngehê.

Civaka navdewletî ji vê biryarê nîgeran e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got “Amerîka bi dijwarî vê biryara lerzok a Talibanê ku çûna zanîngehê li jinan qedexe dike, şermezar dike. Amerîka qedexekirina dibistanên Amadeyî û berdewam astengkirina mafê jinan û keçên Efxanî û azadiyên bingehîn ji aliyê Talibanê ve, şermezar dike.”

Biryara qedexekirina zanîngehê li keç û jinan di demekê de ye, Talibanê berî ku li Efxanistanê were ser deshilatê, soza avakirina hikûmeteke modern dabû civaka navdewletî, ku mafê hemû pêkhateyan paristî be.

Lê bi vegera bo ser deshilatê hinek yasayên dijwar li vî welatî derxistin ku bi taybetî maf û azadiyên jinê sînordar dike.

Talîban piştî vegeriya ev biryar dijî keç û jinan derxistine:

Ferzkirina hîcabê, qedexeya xwendinê li dibistanên navendî, amadeyî û zanîngehan. Rêgirtin li karkirina jinan li fermangehên hikûmî. Nedana mohleta şofêriyê. Qedexekirina geştkirinê li navxwe û derveyî welat bi tenê. Qedexekirina çûna salonên laş ciwaniyê û werzîş û parkan.

Neteweyên Yekbûyî di vê derbarê de dibêje, Talibanê soza xwe cîbicîh nekiriye.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric dibêje “Talibanê vekirî careke din soza xwe şikand. Ji destpêka bidestxistina deshilatê ve û di nava çend mehên borî de me dît ku tenê jin sînordar kirine, ne tenê di xwendinê de, çûna wan bo cihên geştyariyê û beşdariya wan a di gotûbêjan de. Bi rastî ev gaveke din a çêkirina pirsgirêkane û gelekî zehmet e bînî ber çavê xwe ku çawa dibe welatek bê beşdariya çalakiya jinan û xendina jinan dikare rûbirûyî astengan bibe û pêş bikeve.”

Talibanê çend biryarên din ên dijwar derxistine, ya herî dawî jî yasaya “Çavek bi çavekî û diranek bi diranekî” bû ku di Kurdî de wek xwîn bi xwînê vegerandiye dadgehan. Rêxistineke mafên mirov dibêje, karkirina bi vê yasayê rêya dadweriyê li dadgehan xirab dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:37:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x