Brîtanyayê ji Ebadî daxwaziyek kir!

Cîgirê Şêwirmendê asayişa Niştimaniya Brîtanya Christian Terner daxwaza destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

22.11.2017, Çar - 14:18

Brîtanyayê ji Ebadî daxwaziyek kir!
Nuçe Belav bike

Îro Çarşembî, Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Brîtanya Christian Terner serdana Iraqê kir û li Bexdayê çendîn hevdîtin li gel rayedarên Iraqê pêk anî.

Terner bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Wezîrê Berevaniya Iraqê Irfan Elheyalî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî civiya û bi wan re derbarê alîkariyên Brîtanya û Iraqê di warê ewlehiyê de û bi taybet piştî rizgarkirina bajarên Iraqê ji destê DAIŞê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya şanda Brîtanya, Terner di civînên xwe yên li gel rayedarên Iraqî de, tekezî li ser pabendbûna neguher a welatên xwe bo parastina asayişa Iraqê kiriye.

Her wiha Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Brîtanya piştevaniya Londonê bo seqamgîrkirina navçeyên rizgarkirî yên Iraqê jî nîşan daye.

Christian Terner derbarê pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî tekezî li ser giringiya destpêkirina diyalogê di navbera hikûmeta Iraqê û

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çaçroveya Destûra Iraqê de ji bo pêkanîna paşerojeke yekgirtî û seqamgîr bo gelên Iraqê kiriye.

Terner di civîna li gel Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê de behsa hilbijartinên sala 2018 li Iraqê, alîkariyên di şerê li dijî terorê de û nexşerêya Brîtanyayê bo rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan û keçan jî kiriye.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1051 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:40:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x