Cihgirê Borîs Johnson tê yekalîkirinb

Parlamenterên Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê îro deng didin kandîdên posta Serokê Partiyê û Serokwezîrê Brîtanyayê.

13.07.2022, Çar - 11:50

Cihgirê Borîs Johnson tê yekalîkirinb
Nuçe Belav bike

Serokê Komîta Rêkxistina Karên Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê Graham Brady ragihand, îro parlamenterên partiya wî deng didin ji bo ji nava 8 kandîdan, kesek posta Serokwezîrê Brîtanya li şûna Borîs Johnson werbigire.

Hefteya borî Serokê Partiya Parêzgaran û Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson destê xwe ji kar vekişand, lê heta dema kongreya partiyê ku biryar e di meha Cotmeha bê de birêve biçe, ew ê di posta Serokwezîr de bimîne.

Li gor peyrewa navxwe ya Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê, kandîdê postê Serokê Partiyê di qonaxa yekem de pêwîstiya wî bi 20 dengên parlemanteran û di qonaxa duyem de bi 30 dengên parlamenteran heye.

Wezîrê Darayî yê berê Rishi Sunak, Wezîrê Darayî yê nû yê Kurd Nazim Zehawî û Wezîra Derve Liz Truss ji kandîdên herî diyar in ku hevrikiyê li ser posta Serokwezîrê Brîtanyayê dikin.

Namzedên din jî, Kimi Badnock, Suella Braverman, Jeremy Hunt, Benny Mordaunt û Tom Togenhatt in.

Li gorî şopîneran, serokwezîrê bê dê pirsgirêkên mezin li pêş xwe bibîne, di demekê de ku piştgirî ji Partiya Parêzgaran re jî kêm dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:03:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x