Der Spiegel: Bexda geşta Gabrîel astengkir

Kovara Der Spiegel ya Almanî, nivîsand ku rêveberiya Iraqê, jiber geşta Wezîrê Karênderve ya Almanî ku jibo navbeynkarî yê biçe Hewlêr astengî derxistiye.

23.11.2017, Per - 12:49

Der Spiegel: Bexda geşta Gabrîel astengkir
Nuçe Belav bike

Kovara Der Spiegel a Almanî belav kiriye, ku Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel, destpêşxeriyek ji bo asayikirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de amade kiribû, lê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Heyder Ebadî ve hat redkirin.

Gabriel bi niyet bû destpêka vê mehê serdana Bexdayê bike û piştre ya Hewlêrê jî bike, lê Ebadî serdana wî ji bo Hewlêrê red kir.

Hat zanîn ku Wezîrê Derve yê Almanya rijd bû ku serdana Hewlêrê bike, heya ku şêwirmenda Almanya jî Angela Merkel bi riya telefonê daxwaz ji Ebadî kiriye rê bide wezîrê derve yê Almanya da ku serdana Hewlêrê jî bike, lê Ebadî ew daxwaz red kiriye, di encamê de, wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel serdana xwe ji bo Bexdayê hilweşand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x