Di navbera Swêd, Fînland û Tirkiyê de civîna NATOyê

Civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku di çarçoveya Peymana Sê alî ya ku Tirkiye, Fînland û Swêdê di Lûtkeya Bilind a Madrîdê ya NATOyê ya 28ê Hezîranê de îmze kiribûn, li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê hat lidarxistin.

26.08.2022, Cum - 15:06

Di navbera Swêd, Fînland û Tirkiyê de civîna NATOyê
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku di çarçoveya Peymana Sê alî ya ku Tirkiye, Fînland û Swêdê di Lûtkeya Bilind a Madrîdê ya NATOyê ya 28ê Hezîranê de îmze kiribûn, li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê hat lidarxistin.

Şanda Tirkiyeyê ya Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî di bin serokatiya Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Derva Sedat Onal de beşdarî civînê bûn. Herwiha di şanda Tirkiyê de nûnerên Wezaretên Dadê, Derve, Navxwe, Berevaniyê û Teşkîlata Îstixbaratê cih girtin.

Li aliyê din şanda Swêdî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Serokwezîr Oscar Stenstrom û şanda Fînlandiyayê jî bi serokatiya Sekretera Dewletê ya Daîmî ya Wezareta Derve Jukka Salovaara beşdarî civînê bûn.

Di hevdîtinan de prensîbên xebatê yên Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî hatin diyarkirin. Geşedanên di derbarê cîbicîkirina sozên ku di Peymana Sêalî de hatine tomarkirin hatin nirxandin û gavên berbiçav ên ku dê di heyama pêş de bên avêtin hatin nirxandin.

Di Peymana Sê Alî de “di berdêla ku Swêd û Fînlandiya di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de gavên berbiçav bavêjin û ambargoyên çekan ên li dijî Enqereyê rakin” tê pêşbînîkirin ku Tirkiye jî endamtiya van herdu welatan li NATOyê veto neke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x