Du astengên dawî yên li pêşiya endamtiya Finlanda û Swêdê di NATOyê de Macaristan û Tirkiye ne.
Du astengên dawî yên li pêşiya endamtiya Finlanda û Swêdê di NATOyê de Macaristan û Tirkiye ne. Piştî 3 mehan ji lidarxistina Lûtkeya NATOyê ya ku di navbera 28-30ê Hezîranê de li Madrîd a paytexta Spanyayê pêk hat, ji 30 welatên endam 28 welatan belgeya erêkirina endamên nû pesend kirin.
Lê sedema ku heta niha Stockholm û Helsînkî di nava NATOyê de nehatine qebûlkirin ew e ku Enqere û Budapestê hêj erêkirina xwe nedane û belgeya endamtiya her du welatan pesend nekirine.
Di meha Îlonê de, Wezîrê Derve yê Finlandayê gotibû, hevtayê wî yê Macaristanê ew agahdar kirine ku tu nerazîbûneke wan li ser endamtiya Finlanda û Swêdê di NATOyê de nîne.
Li gorî nûçeya Euronewsê, berî çend hefteyan, di dawiya meha Tebaxê de, Wezîrê Geşepêdana Herêmî ya Macaristanê Tibor Navracsics serdana Helsînkî kiribû û ji parlamenterên Finlandayê re gotibû, ew dê daxwaznameya Finlandayê ya ji bo endamtiya NATOyê bê derengî bipejirînin.
Di heman demê de hikûmeta Finlandayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Macaristan piştgirî dide endamtiya Finlandayê ya di NATOyê de, lê pêvajoya erêkirinê ya li Parlamentoya Macaristanê berdewam e.”
Lê vê hefteyê, siyasetmedarên ji Partiya Fidesz a bi serokatiya Serokwezîr Viktor Orban, şandina pêşnûmeqanûnek ku dê dengdana hem li ser proseya endamtiya Finlanda û hem jî ya Swêdê li NATOyê bileztir bike asteng kir, pêngavek ku bû sedema rexneyên tund ên opozisyona Macaristanê.
Her çend gotûbêja pêvajoya endamtiyê ji aliyê teorîk ve hêj jî di rojeva Parlamentoya Macaristanê de ye, lê ti rojek nehatiye diyarkirin. Ev tê wê wateyê ku ew mijar ji bo niha li paş dimîne.
Rewşa bi Tirkiyê re çawa ye?
Lojîka Tirkiyê ji bo paşxistina endamtiya Finlanda û Swêdê di NATOyê de ji ya Macarîstanê tevlihevtir e.
Di serî de Tirkiyê îşaret bi wê yekê kiribû ku ew piştgiriyê didin endamtiya van her du welatan di NATO de.
Destpêka meha Nîsanê di peywendiya telefonî ya navbera Erdogan û Niinisto de, Finlandî piştrast bûn ku dê ti pirsgirêk dernekevin.
Piştî mehekê, Tirkiyê ji bo her du welatên Skandînavyayê nekarin beşdarî NATOyê bibin, gelek sedem nîşan dan, di nav wan de îdiaya ku van welatan piştgirî dane komên ku Enqere wek 'rêxistinên terorîst' dibîne.
Mehek beriya civîna NATOyê ya li Madrîdê, piştî dîplomasiyeke tund a li pişt deriyên girtî, Tirkiyê qebûl kir ku piştgiriyê bide endamtiya Swêd û Finlandayê.
Di heman demê de destpêkirina danûstandinên sê alî ji bo derbaskirina nakokiyan jî hebû.
Ev hevdîtinên ku di meha Tebaxê de li Finlandayê dest pê kiribûn, dihat payîn ku di payîzê de jî bidomin, lê di destpêka mehê de Erdogan dîsan rê li ber erêkirina pêşniyaran girt.
Erdogan roja 1ê Cotmehê di vekirina parlementoyê de li Enqerê ji parlementeran re gotibû ku eger Finlanda û Swêd “sozên xwe yên ji bo Tirkiyê” yên derbarê ewlekarî û terorê de bi cih nehînin, ew dê rê li ber endametiya her du welatan di NATOyê de bigirin.
Erdogan got: “Heta ku sozên ku dane welatê me neyên cîbicîkirin em dê di vê mijarê de helwesta xwe ya prensîb û biryardar bidomînin.”