Fînland, Swêd û Tirkiye dê di 26ê Tebaxê de bicivin

Tirkiye ya ku endambûna Fînland û Swêdê bo NATOyê qebûl û îmze kir dê yekemîn civîna xwe ya bi her du welatan re li Fînlandê li dar bixe.

20.08.2022, Cts - 06:35

Fînland, Swêd û Tirkiye dê di 26ê Tebaxê de bicivin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Fînlandê Pekka Haavisto ji televîzyona dewletê ya Swêdê SVT re ragihand ku yekemîn civîna hevdîtinên lihevhatina Swêd û Fînlandê bi Tirkiyê re dê li Fînlandê bê lidarxistin.

Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Fînlandê Tomi Nystrom jî diyar kir ku ew dixwazin civîna yekem di demeke kurt de bê lidarxistin û got, “Civîn dê di meha Tebaxê de li Fînlandê bê kirin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê de hat ragihandin ku di 26ê Tebaxê de dê civîna yekemîn a vê mekanîzmayê bê lidarxistin.

Di Civîna Bilind a NATOyê ya ku di 28ê Hezîranê de li paytexta Spanyayê Madrîdê hat lidarxistin, di navbera Swêd û Fînland ên ku ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kiribûn û Tirkiyê de ji bo fikarên Tirkiyeyê bên çareserkirin peymaneke sê alî hatibû îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x