Finlanda û Swêdê ji bo endamtiya NATOyê serlêdana fermî kirin

Finlanda û Swêd ji bo bibin endamên NATOyê nameyên xwe yên fermî ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şandin.

18.05.2022, Çar - 06:49

Finlanda û Swêdê ji bo endamtiya NATOyê serlêdana fermî kirin
Nuçe Belav bike

Finlanda û Swêd ji bo bibin endamên NATOyê nameyên xwe yên fermî ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şandin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku nameyên balyozên Swêd û Finlanda yên ji bo endamtiya NATOyê wergirtine û diyar kir ku mafê her welatekî heye ku rêya xwe hilbijêre û ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li serlêdana her du welatn dikin.

Stoltenberg ragihand ku ku endamtiya Swêd û Finlandayê dê ewlehiya NATOyê zêde bike û got: “Serlêdana îro gaveke dîrokî ye. Niha jî welatên hevpeyman dê rêya NATOyê binirxînin. Divê fikarên ewlehiyê yên hemû hevpeymanan li ber çavan bên girtin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkan bi berfirehî çareser bikin û bi lez bigihin çareseriyekê."

Stoltenberg herwiha da zanîn ku hemû welatên hevpeyman li ser pêwîstiya berfirehkirina NATOyê hemfikir in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x