Seroka Daîreya Siyasî ya Wezareta Derve ya Finlandê Piritta Asunmaa derbarê endamtiya NATOyê de ragihand ku “Tirkiyê heta niha ti gaveke berbiçav neavêtiye.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan doh 29ê Çileya 2023an derbarê endamtiya NATOyê ya Finland û Swêdê de got, “Eger pêwîst bike em dikarin derbarê Finlandê de peyameke cuda bidin. Dema me derbarê Finlandê de peyameke cuda da, dê Swêd şok bibe lê divê Finland jî heman xeletiyê neke.”
Daxuyaniya Erdogan di medya cîhanê de bû sedema karvedanan. Seroka Daîreya Siyasî ya Wezareta Derve ya Finlandê Piritta Asunmaa li ser daxuyaniya Erdogan got, “Ji bo qebûlkirina endamtiya NATOyê ti pêşketinek nebûye. Tirkiyê heta niha ti gaveke berbiçav neavêtiye.”
Tirkiye, Swêd û Finlandê, 28ê Hezîrana 2022an bi amadebûna serkirdeyên her sê welatan li ser proseya endamtiya Swêd û Fînlandê ya NATOyê memorandûmeke sê alî îmze kiribûn.
Li gor rêkeftina sê alî, Tirkiyê dê endamtiya Swêd û Fînlandê ya NATOyê qebûl bike, Swêd û Fînlandê jî ragihandin ku li hember vê yekê piştgiriya xwe ji PYD û YPGê re vekişandine. Herwiha her du welatan biryara rakirina qedexeya çekan a li ser Tirkiyê jî dabûn.
Tirkiye ji her du welatan daxwaza radestkirina zêdeyî 130 kesan dike. Tirkiyê daxwaza radestkirina hejmarek Kurd ku beşeke wan wek “endamê PKKê” tohmetbar dike û hejmarek endamên Cemaeta Gulen dike. Her du welat ji bo zelalkirina rewşê û rastiyan ji Tirkiyê daxwaza dosyeyên kesên daxwazkirî dikin.
Erdogan herî dawî ragihand ku wan bo radestkirinê lîsteyeke 120 kesî pêşkêş kirine û heta ew neyên radestkirin endamtiya wan a NATOyê qebûl nakin.