Fransa: Hêzên me yên leşkerî dê li Sûriyê bimînin

Piştî ku Amerîkayê ragihand ku dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, Fransayê deraberê hêzên xwe de daxuyanî da.

20.12.2018, Per - 09:50

Fransa: Hêzên me yên leşkerî dê li Sûriyê bimînin
Nuçe Belav bike

Fransayê ragihand ku hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne û dê hêzên wê yên leşkerî li Sûriyê bimînin.

Serokê Berpirsên Karên Derve yê Ewropayê li Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku wan ti biryar nedane hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin û dê hêzên wan li Sûriyê bimînin.

Duh Çarşemê (19.12.2018) Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû: "Di heyama Serokatiya min de tekane sedema hebûna me ya li Sûriyê DAIŞ bû û me ew têk bir."

Çavkaniyên dîplomatîk ên Fransayê bertek nîşanî vê biryara Trump dan ku ew berê wê biryarê nehatine agahdarkirin.

Wezîra Derve yê Fransayê Florence Parly jî nerazîbûna xwe li hemberî biryara Serokê Amerîkayê anî ziman û got: “DAIŞ heta niha jî ji nexşeyê nehate paqijkirin.”

Hêzên leşkerî yên Fransayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rahênana Hêzên Sûriya Demokratîk û şêwirmediya wan dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1001 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x