Koçberê Kurd ê ku dê Swêd bide Tirkiyê dest bi rojiya mirinê kir

Hikûmeta Swêdê biryar dabû ku penaberê Kurd ê bi navê Zinar Bozkurt bi hinceta "têkiliya wî bi PKKê re heye" hatibû desteserkirin radestî Tirkiyê bike

27.08.2022, Cts - 10:08

Koçberê Kurd ê ku dê Swêd bide Tirkiyê dest bi rojiya mirinê kir
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Swêdê biryar dabû ku penaberê Kurd ê bi navê Zinar Bozkurt bi hinceta "têkiliya wî bi PKKê re heye" hatibû desteserkirin radestî Tirkiyê bike. Zinar Bozkurt dest bi rojiya mirinê kiriye, “Dema ez biçim Tirkiyeyê ez ê bi îşkence û mirinê re rû bi rû bim.”

Welatiya bi navê Znar Bozkurt ê 26 salî 8 sal berê çûye Swêdê û 6 meh berê jî sirgûnî Tirkiyeyê hatiye kirin, lê ne diyar e dê kengê paşve bê şandin.

Zinar Bozkurt ê 26 salî yê ku 8 sal berê çûye Swêdê, bi hinceta "têkiliyên wî bi HDPê re hene û li Tirkiyê rastî guvaşan dihat" li Swêdê serlêdana penaberiyê kiribû û 6 meh berê jî Hikûmeta Swêdê biryar dabû ku welatînameyê nedine wî û radestî Tirkiyê bikin.

Parêzerê Zinar Bozkurt, Abdullah Deveci ji medyaya Swêdê re ragihand ku radestkirina Bozkurt siyasî ye û Hikûmeta Swêdê bi radestkirina wî hewl dide xew ji zextên Tirkiyê rizgar bike.

Parêzerê Bozkurt da zanîn ku wî du roj berê ji bo radestkirina wî bê rawestandin serî li dadgehê daye lê ji ber ku Daîreya Îstîxbarata Swêdê (SEPO) ew weke gef li ewlekariya Swêdê bi nav kiriye, derxistina wî ji navenda dersînorkirinê zehmet bûye.

Deveci dibêje Bozkurt ev 2 roj in di rojiya mirinê de ye û bawer dike ku ew li Swêdê bimire ji vegera wî ya Tirkiyê çêtir e.

Bozkurt jî di Twitterê de got, “Ez ji hemû gelê Kurdistanê û dostên wan sosyaldemokratên Swêdê dixwazim ku demildest dest ji vê şermê berdin. Dema ez biçim Tirkiyeyê ez ê bi îşkence û mirinê re rû bi rû bim.”

Di 11ê Tebaxa 2022an de Hikûmeta Swêdê kesekî din bi navê Okan Kale girt. Ew bi tohmeta xapandina dehan welatiyên Tirkiyê û dizîna pereyên wan, di lîsteya lêgerînê ya Enqerê de ye.

Di 28ê Hezîrana 2022an de Swêd û Fînlandê di lûtkeya NATO ya li Madrîdê ya Spanyayê de bi Tirkiyê re peymanek îmze kiribûn û tê de soz dabûn ku fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê yên li ser piştgiriya wan a ji PKK, YPG û komên din re çareser bikin.

Di 26ê Tebaxa 2022an de nûnerên Fînland, Swêd û Tirkiyê li Helsînkî yekemîn civîna sêalî ya li ser pêkanîna şert û mercên Tirkiyê li dar xistin. Hikûmeta Tirkiyê got, Swêd û Fînlandê soza têkoşîna li dijî “terorê” dubare kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x