Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li Swîsrayê bû şampyonê Boksîngê

Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li welatê Swîsrayê di rikeberiyên seranserî yên wî welatî de bû şampyonê Boksîngê.

05.12.2022, Pts - 06:41

Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li Swîsrayê bû şampyonê Boksîngê
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, navê wî ciwanê Kurd Ehmed Seîd Mihemed e û xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ehmed Seîd ku ciwanekî 18 salî ye, şeva derbasbûyî di werzişa Boksîngê de bû şampyonê hemû kantonên Swîsrayê.

Ew ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê ku 16 sal e ligel malbata xwe li Swîsrayê dijî, di lîstika xwe ya doh de Ala Kurdistanê bilind kir.

Ehmed Seîd ji Rûdawê re got, ew bi serkeftina xwe gelek kêfxweş e û wê serkeftinê diyarî xelkê Kurdistanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x