Li Swêdê penaberekî Kurd hate kuştin

Li Stockholma paytexta Swêdê penaberekî Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê hat kuştin.

09.03.2024, Cts - 11:55

Li Swêdê penaberekî Kurd hate kuştin
Nuçe Belav bike

Penaberê Kurd ê bi navê Kovan Muhsîn Mela Hemedemîn 7ê Adarê demjimêr 23:00ê şevê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Apê Kovan, Samal Mela Hemedemîn ji ajansa Rûdawê re axivî û got, “Em sedema kuştina wî nizanin, em li benda lêkolîna polîsên Swêdê ne.”

Malbata Kovan nizane kesê ku ew kuştiye Kurd e an biyanî ye.

Herwiha apê Kovan got “Bi qasî ku em dizanin, ji bo ku Kovan bê kuştin ti pirsgirêkeke hewqasî mezin jî tinebûye.”

Malbata Kovan Muhsîn ji bo cenazeyê kurê xwe vegerînin bajarê xwe bi amadekariyan re mijûl in.

Samal Mela Hemedemîn ji bo anîna cenazeyê Kovan wiha anî ziman, "Em dê heta dawiya vê hefteyê yan jî serê hefteya bê cenazeyê wî vegerînin Kurdistanê."

Her sal li Swêdê bûyerên wiha diqewimin. Di tîrmeha borî de xortekî ji Hewlêrê li bajarê Vasterasê yê Swêdê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:41:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x