Endambûna Swêd û Finlandayê, mijareke sereke yê gotûbêjên îro yên wezîrên berevaniyê yên NATOyê ye li Bruksel a paytexta Belcîkayê.
Tirkiye endama Hevpeymaniya NATOyê, Swêd û Finlandayê bi parastina endamên PKKê tohemtbar dike.
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan pêdagir e li ser wê yekê ku heta Swêd û Finlanda dilgiraniyên Enqerê yên derbarê PKKê de jinav nebin, ew glopa kesk bo endambûna wan herdu welatan pênaxîne.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan helwêsta welatê xwe wiha aniye ziman: “Bê guman em helwêsta xwe naguherin, heta Swêd û Finlanda pêngaveke eşkere, rasteqîne û yekalîker di şerê dijî terorê de navêjin.”
Eger Erdogan biryara vetokirina firehbûna NATOyê di dest de be, biryara rêdana bi mezinbûna Hevpeymaniyê di destê jineke Kurd de ye.
Amîne Kake Bawe, parlemantara Swêdê ya bi esil Kurd a xelka Rojhilatê Kurdistanê du caran bi dengê xwe hikûmeta Swêdê ji hilweşandinê rizgar kiriye, beramberî ku nabe ew welat pişt li Kurdan bike û xwe bide destê daxwazên Tirkiyê.
Vê yekê jî wiha kiriye, ku bê glopa kesk a wê parlamentera Kurd, Swêd nikaribe biryarê bide biçe nav NATOyê.
Amîne Kake Bawe ragihandiye, “Hêvîdar im vî karî neke. Ji ber hikûmeta Tirkiyê û Erdogan zêde baş dizanin ku şervanên Kurd ji aliyê Amerîkayê ve piştîvaniya wan tê kirin. Eger ew terorîst bin qet Amerîka piştîvaniya wan nake. Lê pêwîstiya Erdogan bi Amerîka heye û pêwîstiya wî bi piştîvaniya Biden heye, ji ber sala bê hilbijartin li Tirkiyê hene û cemawerê wî zêde kêm bûne, kêmî ji sedî 40ê ye. Li Rojhilata Navîn jî herdem wiha ye, eger serkirdeyek dijî Rojava be, bala cemawer bo xwe radikişîne.”
Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATO biryar daye ku îro Tirkiye, Swêd û Finlandayê li ser maseyekê li hev bicivîne daku bigihin rêkeftinekê.
Bi nerîna Stoltenberg divê dilgiraniya Tirkiye ku xwedî duyem mezintirîn artêş li NATOyê bi ciddî bê wergirtin.
Stoltenberg dibêje: “Peyama min derbarê bi endambûna Swêd û Finlandayê ew e ku ez bi germî pêşwaziyê lê dikim. Ev biryareke dîrokî ye. Wan bihêz dike û herwiha me jî bihêz dike. Lê di heman demê de divê dilgiraniya serok Erdogan bi ciddî werbigirin, rastiya Tirkiye ku îro rûbirûyê gefeke terorîstî ciddî dibe. Ti hevpeymanekî din ê NATOyê bi qasî Tirkiye ji dest gefên terorsîtan ne nalandiye.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê roja Çarşembê 15ê Hezîrana 2022an ragihand, ew derbarê daxwazî û dilgiraniyên xwe de li benda bersiveke nîvisandî ya Swêd û Finlandayê ne.
Serokê Finlandayê jî daye xuyakirin ku eger berî Lûtkeya NATOyê ya dawiya vê mehê nikaribin bersiva Tirkiyê bidin, ew di hewlên xwe de ji bo endambûna di NATOyê de bisernakevin.