NATOyê hişyarî da Rûsya û Îranê

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hişyarî da Rûsyayê ku ew ji bo ku li Ukraynayê rageşiyê zêde bike bila hincetan nebîne û hişyarî da Îranê jî bila ew di şer da alîkariye Rûsyayê neke.

26.10.2022, Çar - 11:53

NATOyê hişyarî da Rûsya û Îranê
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg serdana keştiya balafir a Amerîkayê George H.W. Bush ya li Adriyatîkê kir û li vir daxuyanî da çapemeniyê.

Stoltenberg behsa şerê li Ukraynayê kir û got şer gihîştiye asteke girîng.

Bi gotina Stoltenberg Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ji bo têkçûyînên xwe nede nîşandan, li qada şer zêdetir êrîşkar tevdigere.

Stoltenberg anî ziman ku Rûsya êrîşî sivîlan û cihên sivîl dike û wiha pê de çû: "Rûsya niha jî îdiayên şaş yên ku dibêje Ukrayna amadehiyan dike ku li ser axa xwe bombeya qirêj a radyolojîk bi kar bîne. Mitefîqên NATOyê vê sûcdarîkirina bi eşkere şaş e qebûl nakin. Rûsya gelemperî tiştên ku niyet dike bike yên din sûcdar dike. Me mînaka vê ji Sûriyeyê bigire heta Ukraynayê dît. Rûsya ji bo ku li Ukraynayê rageşiyê zêde bike bila hincetên sexte nebîne. Dinya vana ji nêz ve dişopîne."

Jens Stoltenberg behsa Îranê jî kir û got di rojên dawîn de Îran alîkariya leşkerî dide Rûsyayê û got divê tu welatek alîkariya Rûsyayê neke.

Stoltenberg destnîşan kir ku hin welatên NATOyê û yên Yekîtiya Ewropayê dijî Îranê dorpêçan datînin ku ew ji ber vê kêfxweş in.

Stoltenberg behsa keştiya balafir a George H.W. Bush kir û got ev keştî bi serkêşiya NATOyê ji koma tetbîqatê ya bi navê "Neptune Strike 2022"yê re rêberiyê dike.

Ji 24 welatên NATOyê û Swêd û Fînlanda hevkarên NATOyê ne ji 80 zêdetir balafirên şer, 14 keştî û 6 hezar leşker beşdarî tebîqata NATOyê ya bi navê "Neptune Strike 2022"yê dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x