Neteweyên Yekbûyî Hikûmeta Bexda rexne kir!

Nûnera Ofîsa Kurdistanê ya Komiseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî (UNCHR) Monica Noro, rewşa girtinê ya belafirxaneyên Kurdistanê wekî astengiyek mezin lipêş alîkariyên Neteweyên Yekgirtî bo penaberan binav kir û rexne li dorpêçên Bexdayê kirin.

05.12.2017, Sal - 13:09

Neteweyên Yekbûyî Hikûmeta Bexda rexne kir!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Pêwendiyên Derveyî ya Herêma Kurdistanê de cih digire tê gotin ku Berpirsê Pêwendiyên Karên Derve ya herêma Kurdistanê Felah Mistefa li gel Berpirsê Komîseriya Bilinda Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Monîca Noro hevdîtinek pêkaniye û di derbarê xebatên Komîseriya Bilinda Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li herêma Kurdistanê de danustandina fikrî pêkanîne.

Noro piştî civîna xwe ligel berpirsiyarê Pêwendiyên Derve yên hukimeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa da diyarkirin ku, rewşa girtinê ya belafirxaneyên Kurdistanê ji bo xebatên alîkariya penaberan a Neteweyên Yekgirtî astengiyan derdixe. Bexda divê rewşa belafirxaneyan ji çav derbas bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:24:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x