Şandiyê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê, Geir Pedersen dibêje, “ez dixwazim wê yekê eşkere bikim, ku pişkinîna li ser çend rewşan çêbibû encamên wê erênîbûn, û ti metrisiyê çênakin
Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê li Cenêvê ragihand, ku danûstandin di navbera şandên hikûmet, opozisyon û civaka sivîl ên Sûrî de dê ji Pêncşemêve berdewam bin. Beriya 4 rojan derketibû holê ku di nava şanda hikûmeta Sûriyê de çend kes bi Coronayê ketine û ji ber wê yekê 3 rojan komîteyê karê xwe rawestandibû.
Şandiyê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê, Geir Pedersen dibêje, “ez dixwazim wê yekê eşkere bikim, ku pişkinîna li ser çend rewşan çêbibû encamên wê erênîbûn, û ti metrisiyê çênakin. Em di vê qonaxê de li koşka Neteweyên Yekbûyî ligel wan kesên ku encamên pişkinînên wan nîgatîv bûn di karê xwe de berdewam dibin, ev yek jî ligel hişyriyeke tund û ligel şîretên desthilatên tendirustî yên Neteweyên Yekbûyî.”
Geir Pedersen herwiha da zanîn, ku desthilatên tendirustî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hemû tedbîrên pêwîst ên xweparstina endamên hemû şand û aliyên peywendîdar liber dest wergirtine.
Geir Pedersen diyar dike, “ez sipasiya herdû serokên beşdar û endamên komîteya biçûk dikim derbarê hevkariya wan ligel vê derengiya demkî û pêwîst di dema çareseriya tendirustî ya bilez de, û herwiha ew daxwaza bihêz bo berdewambûna karê Komîteya Destûrî, ez bawer dikim ev yek nîşana girîngiya vê prosesê dide.”
Roja 24ê vê mehê li Genevê, Komîteya Destûrê Sûriyê ya biçûk bi serpeiştiya Geir Pedersen,şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê dest bi karê gera xwe ya sêyem kir, ku 9 mehan jiber Coronayê rawestiyabû, bi nerîna Pedersen karê komîteya destûrê Sûriyê vekirina deriyê çareseriyeke siyasî yekalîkere bo bidawîanîna şer li vî welatî.