Sûdanî: Êrişa li Hewlêrê pêşhateyeke metirsîdar e

Serokwezîrê Îraqê êrişa li Hewlêrê wekî pêşhateyeke metirsîdar pênase kir û got, “Karekî dijminane yê zelal bû li dijî Îraqê.”

16.01.2024, Sal - 18:45

Sûdanî: Êrişa li Hewlêrê pêşhateyeke metirsîdar e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiye Sûdanî ku ji bo Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê ye, têkildarî êrişa êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê daxuyanî da.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Sûdanî tekez kir ku êrişê serweriya Îraqê kiriye armanc û got:

“Li Hewlêrê di êrişa Îranê ya li cihên niştecihbûna sivîlan de, malbateke Kurd a Îraqî ku di nav de zarok jî hene bûn armanc.”

Sûdanî amaje bi wê yekê kir êriş “Karekî dijminane yê zelal bû li dijî Îraqê” û got:

“Ev kiryar bêguman pêşhateyeke metirsîdar e ku têkiliyên bihêz yên di navbera Îraq û Îranê de têk dide.

Hikûmeta Îraqê mafê xwe diparêze ku hemû tedbîrên dîplomatîk û yasayî li gorî prensîba serweriya niştimanî bigire.”

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x