Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 19ê Çileyê, di çarçoveya çalakiyên Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê, beşdarî xwarinekê bû ku ji aliyê rojnameya bi nav û deng a Amerîkî Washington Post ve hatibû rêkxistin.
Çendîn serok, serokwezîr, wezîrên Ewropa û Rojhilata Navîn û kongresman û senatorên Amerîkî û çendîn kesayet û karsaz û bazirganên mezin ên cîhanê di xwarinê de beşdar bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên beşdar gotûbêj kir, di nav wan de; Serokê Latvia Egils Levits, Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê Klaus Schwab, Wezîrê Derve yê Pakistanê Bîlawal Boto Zerdarî û çendîn wezîrên Ewropî û kongresman û senatorên Amerîkî û serokên kompaniyên mezin ên cîhanê.