Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Brîtanya de, ligel sê wezîrên wî welatî; Wezîra Derve, Wezîrê Enerjî û Bazirganiyê, Wezîrê Perwerde û Wezîra Dewletê Bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn civiya.
Di hevdîtinê de, peywendiyên du alî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û pêşxistina wan, rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guhertinên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Di civîna Mesrûr Barzanî ya ligel Wezîrê Perwerde yê Brîtanya Nedîm Zehawî de jî, derbarê proseya xwendin û fêrkirinê, giringiya proseya perwerde û xwendinê di pêşxistina civakê de gotûbêj hat kirin.
Li gor daxuyaniyê, di civînê de hat tekezkirin ku ji bo proseya reformên di warê xwendin û perwerdeya Herêma Kurdistanê de sûd ji ezmûna Brîtanya bê wergirtin daku kalîteya xwendinê bê baştirkirin û asta zanistî ya zanîngehên Herêma Kurdistanê jî bê bilindkirin.
Di hevdîtineke din de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîra Dewletê Bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr-Londonê û reformên ku di her warî de li Herêma Kurdistanê tên kirin, axivîn û wezîra Brîtanî piştevaniya welatê xwe bo Hewlêrê piştrast kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Brîtanyayê de bi Wezîrê Enerjî û Bazirganiyê Kwasi Kwarteng re jî civiya.
Di civînê de tekezî li ser girîngiya pêkanîna reformên pêwîst di sîstema bankî ya Herêma Kurdistanê de û populerkirina karta krediyê hat kirin. Hat destnîşankirin ku şîrketên Brîtanî dixwazin ji zanîn û ezmûna xwe ya di warê bankdariyê de sûd werbigirin.