Piştî ku Tirkiyê dest ji dijatiya xwe bo endamtiya Swêd û Finlandayê di NATOyê de berda, her du welatên Skandînavyayê bo endambûna li NATOyê hatin vexwendin.
Piştî ku Tirkiyê dest ji dijatiya xwe bo endamtiya Swêd û Finlandayê di NATOyê de berda, her du welatên Skandînavyayê bo endambûna li NATOyê hatin vexwendin.
Di civîneke çar alî ya di navbera serkirdeyên Tirkiye, Swêd û Finlandayê û herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê de, Tirkiyê razîbûna xwe nîşan da ku Swêd û Finlanda bibin endam.
Piştî wê yekê, Serokê Amerîka Joe Biden û Serokkomarê Tikiyê Recep Teyyip Erdogan li derveyî lûtkeya NATOyê li Madrîdê civiyan.
Biden spasiya Erdogan kir ku dest ji dijatiya endambûna Swêd û Finlandayê di NATOyê de berdaye.
Biden ji Erdogan re got, “Spas te hewil daye ku hatî vir. Ez dixwazim spasiya wî karê te bikim bo çareserkirina rewşa peywendîdar bi Finlanda û Swêdê ku te kiriye, herwiha spasiya wî karê te yê mezin dikim ku tu hewil dide dexlûdan ji Ukrayna û Rûsyayê derbixî. Hûn karekî zêde baş dikin.”
Serokkomarê Tirkiiyê Recep Tayyip Erdogan jî lûtkeya NATOyê serkeftî bi nav kir û pêşwazî li rolê Joe Biden kir. Bi gotina wî Biden di vê qonaxê de bi awayekî serkeftî serkirdayetiya NATOyê kiriye.
Erdogan ji Biden re got, “Rêzdar serok, ez dixwazim kêfxweşiya xwe bi helkefta dîtina te piştî demeke dirêj bînin zimên. Ev lûtke bi awayekî diyar lûtkeyeke zêde temam bû di warê ejndayê de. Di vê lûtkeyê de bi nerîna min derfeteke me hebû ku bi qenaeteke baştir vegerin welatên xwe.”
Tirkiye dibêje, bi îmzekirina yadaştnameya 10 xalî ya çar alî li gel Finlanda, Swêd û NATOyê, wan tişta ku dixwest bidest xistiye.
Li gor yadaştnameyê, Swêd û Finlanda rêkarên tund li welatên xwe li dijî PKKê û alîgirên wê werdigirin, û ewên ku Enqere bi hinceta terorê daxwaza radestkirina wan dike, li gor yasaya Ewropî wan radestî Tirkiyê dikin.
Her li gor wê belgeya jihevtêgihîştinê, Swêd û Finlanda piştevaniya xwe bo PYD û YPGê radiwestînin, û qedexeya firotina çekan li ser Tirkiyê radikin, ku ji sala 2019an ve û piştî êrîşa wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê, bi ser de hatibû sepandin.
Serokwezîra Swêdê jî rêkeftinê li gel Tirkiyê weke rêkeftineke dîrokî bi nav dike.
Magdalina Andersen herwiha behsa giringiya endambûna Swêdê di NATOyê de kir û ragihand “Dema ku em bûne endamê NATO, asayîşa Swêd û xelkê Swêdê bihêztir dibe, lê ji wê zêdetir, asayîşa welatên NATO û hemû welatiyên wê bihêztir dibe.”
Roja Çarşembiyê serkirdeyên her 30 welatên endam, Swêd û Finlanda bi fermî vexwendin daku bibin endamên NATOyê.
Piştî vê yekê, Swêd û Finlanda dest bi gotûbêjan li gel Hevpeymaniya NATO dikin daku pabendbûna xwe bi bingehên wê îsbat bikin. Piştre jî pêwîste rêkeftina bi endambûna wan ji aliyê her 30 welatên endam ve were îmzekirin.
Di qonaxa dawî de jî pêwîste parlamentoyên wan herdû welatên Ewropî endambûnê pesend bikin an jî herdu welat bi rêya referandumê biryar li ser çûna bo nav NATOyê bidin.