Weber piştî civîna ligel Barzanî: Pêwîst e berdewam em zanyariyan bidin hev

Barzanî li Munchenê bi şandeke Partiya Xelk a li Parlamentoya Ewropayê re civiya. Serokê wê partiyê Manfred Weber jî got, civîna wan a bi Barzanî re gelek baş û erênî bû.

20.02.2017, Pts - 07:40

Weber piştî civîna ligel Barzanî: Pêwîst e berdewam em zanyariyan bidin hev
Nuçe Belav bike

Di berdewamiya Konfransa Ewlekariya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re ligel Serokê Partiya Xelk a Ewropayê (People Party) Manfred Weber û şandeke wê partiyê civiyan.

Civîn duh şemî 18ê Sibata 2017ê hat lidarxistin û li gorî agahiyan, di civînê de şerê li dijî DAIŞê û berdewamiya pêşkêşkirina rahênan û perwerdehiyên leşkerî bo Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ji aliyê hevpeyamnan ve mijarên sereke yên hevdîtinê bûn.

Manfred Weber derbarê civînê de, ji Rûdawê re ragihand: “Civîna me ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re gelek baş bû, gelek giring e jî ku her du bi awayekê berdewam zanyariyan ligel hev biguherin”.

Manfred Weber herwiha got: “Pêwîst e em li ser arîşeyên heyî gotûbêjan bikin. Berî her tiştî rahênana serbazî ya ji aliyê Almanya ve giring û berhemdar bû”.

Weber dibêje: “Karên ku pêşmerge li Iraqê kirine, gelek giring bûn û encamên baş hebûne”.

Weber tekez kir, DAIŞê niha ji hemû aliyan ve di bin guvaşê de ye û ew yek jî nûçeyek xweş e ji bo wan.

Konfransa Ewlekariya Munchenê ji roja înê 17ê Sibata 2017ê ve li bajarê Munchenê yê Almanyayê dets pê bûye û biryar bû, heta îro 19ê Sibatê bidome.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî evî şandeke pilebilind a siyasî û serbazî ya Kurdistanê di çarçoveya vexwandineke fermî de, di wê konfransa giring a ewlekariyê de beşdar e.

Barzanî di kevena birêveçûna Konfransa Ewlekariya Munchenê de, li gel Cîgirê Serokê Amerîkarê Mike Pence, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Wezîra Berevaniya Almanya Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Edward Nalbendiyan, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û çend aliyên din re hevdîtin pêk anî.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1683 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x