Yekîtiya Ewropayê şewitandina Qurana Pîroz şermezar dike

Yekîtiya Ewropayê şewitandina çapeke Qurana Pîroz weke destdirêjiyeke eşkere binav kir û serdegirtina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê jî şermezar kir.

01.07.2023, Cts - 16:27

Yekîtiya Ewropayê şewitandina Qurana Pîroz şermezar dike
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya de ragihand, “Yekîtiya Ewropayê bi Wezîrê Karên Derve yê Swêdê re bi tundî şewitandina Qur'anê ya li Swêdê şermezar dike. Ev kiryar bi tu awayî bi nêrîna Yekîtiya Ewropayê re nagunce.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, şewitandina her pirtûkeke pîroz, karekî heqaret, bêhurmetî û provokasyonê ye. Bûyerên bi vî rengî li Ewropayê, ku banga wê ji bo azadiya ol û derbirînê berdewam e, nayê qebûlkirin.

Yekîtiya Ewropa piştgiriya xwe ji bo “xwepêşandanên azadiya bawerî û derbirînê” piştrast kir û banga rawestandina tundûtûjiyê kir.

Yekîtiya Ewropa got: “Dem hatiye ku em ji bo têgihiştinek hevbeş bixebitin û rê li her alozkirina rewşê bigirin.”

Di 28ê Hezîrana 2023an de, ku hevdem bû bi yekem roja Cejna Qurbanê re, penaberekî Iraqî yê li Swêdê yê bi navê Salwan Momîka çapeke Qurana Pîroz li ber Mizgefta Mezin a Stockholmê şewitandin. Ev kiryar jî bû sedema bertekên navxweyî û navdewletî û û hin Swêdî jî li dijî wê derketin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x