Yunanistan perwerdekirina endamên PKKê red dike

- Yunanistan tohmetên Tirkiye yên ku dibêje Yunanistanê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarekî perwerde kirine red dike.

20.08.2022, Cts - 08:10

Yunanistan perwerdekirina endamên PKKê red dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu beriya niha gotibû Yunanistan bûye qada perwerde ya "terorîstan" û endamên PKKê li Lavrio ya Atticayê hatine perwerdekirin.

Wezîrê Navxwe yê Yunanistanê Takis Theodorikakos roja Înê sûcdariyên hevtayê xwe yê Tirk red kir û ew weke "derewên mezin" bi nav kir û her wiha Enqere bi bikaranîna koçberan wek çek tawanbar kir.

Takis Theodorikakos got, “Gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yên ku dibêje Yunanistan navenda perwerdekirina terorîstan e, dûrî rastiyê ne. Hemû Ewropa jî vê yekê dizane.”

Takis Theodorikakos her wiha anî ziman, “Ewropa baş dizane ku Tirkiye wek ku di Adara 2020an de gelek caran koçberan bikar tîne. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê sînorên xwe li gorî hiqûqa navneteweyî biparêzin.”

Ev ne cara yekem e ku Tirkiye cîranê xwe Yunanistanê bi hewandina endamên PKK tawanbar dike. Di meha Sibatê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî heman sûcdarî li Yunanistanê kiribû.

Her wiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di meha Kanûnê de, Qibris û Yunanistan bi hewandina PYDiyan tawanbar kiribû û hişyarî dabû Qibrisê rê nede ku PYD ofîsan veke, eger na her êrîşeke li ser Qibrisa Tirk dê ew "bedeleke giran bide".

Li gor amarên ne fermî, tenê di salên 90î de, nêzîkî 44 hezar Kurdên Başûr û Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariya hikûmetên Iraq û Tirkiyê, Yunanistanê bûne penaber.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x