Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) de li ser mijara Îraqê civiya û him ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û him jî ji bo çareserîya pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê bang kir.
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nehatiye avakirin”
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Mohamed Al Hassan got:
“Piştî hilbijartinên parlamentoyê yên serkeftî yên li Herêma Kurdistana Îraqê bi 6 mehan hîn jî hikûmet nehatiye avakirin.
Bê guman, mifte û çareseriya pirsgirêkên dûvdirêj ev e ku divê balê bidin ser armancên hevpar, ne ser dabeşbûnên partîzanî.
Di hişê min de ti guman nîne ku aliyên têkildar ên li Herêma Kurdistana Îraqê dê karibin hikûmeteke jêhatî ava bikin ku dê xizmeta berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê û Îraqê bi tevahî bike.”
Nûnerê taybet berdewamî jî amaje bi vê yekê kir ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de divê li gorî destûra binhegîn bi diyalogê werin çareserkirin.
Li aliyê din, Rûsya, Brîtanya, Fransa, Koreya Başûr û Yunanistan hema bêje hemû endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bangî Herêma Kurdistanê kir ku hikûmeta nû ava bikin.
Rusya: Diyaloga avaker girîng e
Nûnerê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia jî got:
“Em wisa bawer in û girîng e ku diyaloga avaker di navbera Bexdayê û Herêma Kurdistanê de li ser mijarên çareser nebûyî bi pêş ve biçe.
Her wiha em ji bo ji nû ve hinartina berhemên petrolê ji Herêma Kurdistanê dixwazin ku çareseriyekê hebe.
Bê guman dê bibe alîkar ku şert û mercên civakî û aborî li herêmê û tevahiya welêt baştir bibin.”
Brîtanya: Em hewldanên ji bo avakirina hikûmetê dişopînin
Alîkara Nûnerê Brîtanyayê yê Neteweyên Yekbûyî Caroline Quinnê jî bal kişand li ser hewldanên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û got:
“Em hewldanên li Herêma Kurdistanê yên ji bo avakirina hikûmeta herêmî bi berdewamî ji nêz ve dişopînin.
Ev ji bo aramiya Herêma Kurdistanê gelekî girîng e û divê bi îdealî beriya hilbijartinên federalî were kirin.
Em hêvî dikin ku rêber û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê karibin nakokiyên xwe deynin aliyekî û demeke nêzîk hikûmetê ava bikin.”
Fransa: Em banga berdewamiya diyaloga avaker dikin
Alîkarê Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jay Dharmadhikari jî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê wiha got:
“Ez niha vedigerim li ser têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê. Fransa banga berdewamiya diyaloga avaker dike, bi taybetî jî li ser bipêşketina aborî û ewlehiyê.”
Di civînê de Nûnerê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Abbas Kadhom Obaid Al-Fatlawi jî beyî behskirina pirsgirêka mûçeyan a di navbera Bexda û Hewlêrê de got ku li gorî destûra bingehîn her du alî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalogê berdewam dikin û pirsgirêkên di navbera aliyan de divê wekî nîşaneya demokrasiyê were dîtin.
Îraq: Hêzên siyasî li Îraqê nîşaneyeke demokrasiyê ne
Nûnerê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Abbas Kadhom Obaid Al-Fatlawi wiha got:
“Hêzên siyasî li Îraqê nîşaneyeke demokrasiyê ne û nîşaneke baş a dîmena siyasî ne û em vê yekê li gelek dewletên demokratîk ên li çaraliyê cîhanê dibînin.
Ev nîşan dide ku hêzên siyasî dixebitin ku berjewendî û nêrînên xwe di çarçoveya destûrê de û bi awayekî aştiyane bi rê ve bibin.
Ev yek gihîştina ezmûna me ya demokratîk li welêt zêde dike.
Têkiliya di navbera hikûmeta me ya federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser bingeha diyalog û têgihîştina hevbeş e û her du alî jî dixebitin ku nakokiyan bi rêya dan û standinan çareser bikin û ev jî li gor destûra bingehîn e.
Ev jî li gor destûra bingehîn aramiya neteweyî û berjewendiyên hemî welatiyan bi pêş dixe.”
Çîn: Em alîgirê diyalogê ne
Alîkarê Nûnerê Herdemî yê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Zhen Shuang jî ragihand ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de piştgiriya diyalogê dikin.
Dîplomatê Çînî got, “Ji bo çareserkirina nakokiyên berdewam ên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Îraqê de, em alîgirê diyalogê ne.
Îraq hîn jî rûbirûyî gefa terorê ye û divê civaka navneteweyî di vî warî de piştgiriya Îraqê bike.”
“Divê piştgiriya Îraqê bê kirin”
Shuang her wiha diyar kir ku Çîn pêvajoya vegerandina welatiyên Îraqî yên ji Kampa Holê ya li Sûriyeyê pêşwazî dike.
Wî da zanîn ku ew piştgiriya berdewamiya hewlên hikûmeta Îraqê yên ji bo kesên koçber dikin.
Di civînê de ji bilî pirsgirêka avakirina hikûmeta nû ya Herema Kurdistanê û pirsgirêkên aborî di navbera Bexda û Hewlêrê de, hilbijartina Îraqê jî hatin rojevê û Neteweyên Yekbûyî got ku ew dê ji bo hilbijartineke azad û adil alîkariyê bikin.(Rudaw)