Seroka Şaredariya Los Angelesê Karen Bassê ragihand ku li bajar qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Karen Bassê da zanîn ku li bajarê Los Angelesê yê eyaleta Kaliforniyayê ya Amerîkayê ji ber bûyerên di protestoyên piştgiriya ji bo koçberên de qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Hat zanîn ku qedexe dê li gorî dema herêmî ya Los Angelesê ji saet 20:00î dest pê bike û heta 06:00an berdewam bike.
Her wiha biryar dê li nêzîkî navenda bajêr bi 2 kîlometreyan jî weresepandin.
"Ji vê herêmê dûr bimînin"
Karen Bassê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku kesên ku qedexeyê bin pê bikin dê werin desteserkirin û got:
"Ez rewşa li navenda bajarê Los Angelesê ji nêzîk ve dişopînim û amade me ku em tedbîrên nû wergirin da ku civakên me biparêzim.
Min ji bo rawestandina kesên bi niyeta xerab ên ku ji bilindkirina kaosê sûdê werdigirin, ji şev saet 20:00î ve li navenda bajarê Los Angelesê qedexeya derketina derve îlan kiriye.
Eger hûn li navenda bajêr a Los Angelesê najîn an jî naxebitin, ji vê herêmê dûr bimînin.
Hêzên ewlehiyê dê kesên ku qedexeya derketina derve bin pê bikin desteser bikin û dê li dijî wan doz were vekirin."
Protestoyên li Los Angelesê
Li Los Angelesê desterserkirina koçberan a ji aliyê Daîreya Koçberî û Kontrola Gumrukê (ICE) ve hat protestokirin lê birêvebiriya Trump bertek nîşanî xwenîşandanan da.
Di protestoyan de gelek kes hatin desteserkirin, carinan di navbera hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan de pevçûn çêbûn û gelek wesaît hatin şewitandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî gurbuna aloziyan pêşî nêzîkî 2 hezar Parêzgarên Neteweyî şandin herêmê, pişt re ragihand ku 2 hezar parêzgarên din û 700 leşkerên peya yên deryayê jî hatine şandin.