Cevdet Yilmaz: Divê hemû partî beşdarî karê destûra nû bibin

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku karê destûra nû ne tenê yê partiyekê ye û divê hemû partî beşdarî bibin.

11.06.2025, Çar - 10:38

Cevdet Yilmaz: Divê hemû partî beşdarî karê destûra nû bibin
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz doh ji TV 100ê re li ser mijarên di rojevê de axivî.

Cevdet Yilmaz li ser pirsa derbarê mekanîzmeya pêvajoya pratîkbûna biryara PKKyê û kontrola wê got:

“Tirkiyeyê derfeteke mezin bi dest xistiye lê metirsiya provokasyonan jî heye û divê di demeke kurt de hinek tişt bên temamkirin.

“Divê em biryara çekdanîn û xwefesixkirinê li qada pratîk bibînin”

Em hatine qonaxeke gelekî girîng lê ev qonax hîn jî berdewam dike. Beriya her tiştî divê em pratîkbûna biryara çekdanîn û xwefesixkirinê li qada pratîk bibînin.

Saziyên me yên pêwendîdar dê vê yekê bişopînin. Ne hêsan e mirov di karê wiha de wextekî diyar bike.

Lê divê di demeke kurt de çêbibe. Ji ber gelek kes hene ku naxwazin Tirkiye ji terorê rizgar bibe û egera provokasyonan jî gelek e.

Ji ber vê yekê di van mijaran de ya girîng ew e ku di demeke kurt de encam bê wergirtin."

Yilmaz li gel vê yekê derbarê kar û xebatên destûra nû de jî axivî û amaje pê kir ku ev mijar ne tenê berpirsiyariya partiyekê ye û divê hemû partî di nav de cih bigrin.

“Divê em welatê xwe ji destûra darbeyê rizgar bikin”

Wî li ser vê mijarê wiha got, “Divê em welatê xwe ji şerma destûra derbeyê rizgar bikin.

Di Sedsala Tirkiyeyê de pêwîstî bi destûreke sivîl û azadîxwaz heye. Wekî AK Partiyê Serokkomarê me komîsyoneke ku 11 kesan pêk tê ava kiriye.

Em dê nêrîna xwe li vê derê bêjin. Em behsa pêvajoyekê dikin ku dê partiyên din jî bi amadekariyên xwe beşdar bibin.

Pêwîstiya Tirkiyeyê ji vê yekê heye. Ji ber vê jî divê ev xebat ji bo nîqaşên teng ên siyasî neyê têkbirin.”

Divê were gotin ku PKKyê 12ê Gulanê biryara bidawîkirina şerê çekdarî û xwefesixkirinê ragihandiye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x