Ebas Êraqçî: Îran li ser şandina hêzê bo Sûriyeyê difikire

Wezîrê Derve yê Îranê radigehîne, “Eger Sûriye daxwazê bike, Tehran amade ye hêzê ji wî welatî re bişîne.”

04.12.2024, Çar - 10:04

Ebas Êraqçî: Îran li ser şandina hêzê bo Sûriyeyê difikire
Nuçe Belav bike

Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan a Îranî duh ji zarê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî parve kiriye, “Em amadekariyan dikin ku seferên ji bo Moskoyê bikin, ji bo ku li wê derê danûstandinan li ser pêşhatên Sûriyeyê bi Rûsyayê re bikin.”

Wezîrê Derve yê Îranê eşkere jî kir, “Tehran li ser şandina hêzê bo Sûriyeyê difikire, helbet eger Dîmeşq daxwazê bike.”

Hêzên Opozisyona Sûriyeyê piştî nîvroya roja Înê (29.11.2024) çûn nav parêzgeha Helebê û ew û artêşa Sûriyeyê rûbirûyî hev bûn, di encamê de pareke taxên wê parêzgehê û deverên derdora wê kontirol kirin

 

Vî nûçeyê tevayî: 119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:17:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x