Îranê di mehekê de 36 Kurd bi tohmetên siyasî desteser kirine

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di raporekê de ragihand, Îranê di mehekê de bi kêmanî 36 welatiyên Kurd bi tohmetên çalakiyên siyasî û sivîl desteser kirine.

03.04.2023, Pts - 05:43

Îranê di mehekê de 36 Kurd bi tohmetên siyasî desteser kirine
Nuçe Belav bike

Li gor rapora Hengawê, di meha Adara îsal de herî kêm 15 welatiyên Kurd li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta pêkanîna çalakiyên siyasî û alîkariya partiyên Kurdistanî, 12 welatî bi sedema nerazîbûna li dijî êrîşên kîmyayî yên bo ser dibistanên keçan û 9 kes jî ji ber beşdariya di merasîmên taybet bi Newrozê ve ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatine desteser kirin.

Hengawê ragihandiye, ji wan kesên di meha Adarê de hatine desteserkirin, 32 kes ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve û 4 kes jî ji aliyê navenda cîbicîkirina cezayan ve hatine desteserkirin.

Di raporê de tê gotin ku 18 kes li parêzgeha Sineyê, 12 kes li parêzgeha Urmiyê, 3 kes li Kirmaşanê, kesek li Îlamê û 3 kesên din jî li bajarên din ên Îranê hatine desteserkirin.

Piştî xwepêşandanên dawiya sala bihorî ku piştî mirina Jîna (Mehsa) Emînî dest pê kirin û nêzî 4 mehan dom kirin, hikûmeta Îranê dest bi desteserkirin û girtina gelek kesayetî û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x