Li Îranê çalakiya nû ya xwepêşanderan; ciwan şaşikên melayan davêjin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxistina şaşikên melayan ji ber kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve bûye şêweyeke nû ya nerazîbûnê.

10.11.2022, Per - 10:31

Li Îranê çalakiya nû ya xwepêşanderan; ciwan şaşikên melayan davêjin
Nuçe Belav bike

Xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî desthilatê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirin hêj jî berdewam in û derbasî roja xwe ya 56an bûne.

Ciwan li pey meleyan dikevin ku bi kincên xwe yên melatiyê derdikevin cihên giştî û dema fersend çê dibe, bi destê xwe şaşikên wan dixin xwarê.

Çalakiya avêtina şaşikan bi gelemperî ji hêla du kesan ve tê kirin, kesek şaşikê davêje û yekî din vîdyoyê tomar dike. Di çalakiyê de piranî dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" an "Bimre dîktator" tên gotin.

Bi gelemperî çalakiya avêtina şaşikên melayan li cihên vala tên kirin, lê hin caran di nava qerebalixiyê de jî ciwanên Îranî li pey melayan dikevin û şaşikên wan dixin xwarê.

Yek ji wan cihên qerebalix ku çalakiya şaşikên melayan lê tê kirin, stasyona metroya Tehranê ye.

Çalakiya daxistina şaşikên melayan ku di van rojên dawî de di torên civakî de belav bûye her ku diçe zêdetir dibe.

Beşek ji mela ji bo ku şaşikên wan neyên avêtin, bi awayên cuda şaşikên xwe girêdidin, lê hin çalakvanên bi israr jî hene û heta ku şaşikên girêdayî yên melayan neavêjin, dest jê bernadin.

Wisa xuya ye ku hinek ji çalakvanan piştî avêtina şaşikên melayan narewin.

Li beramber wê çalakiya gencên Îranî bertekên cuda hene.

Nivîskar û parlamenterê berê yê Îranê Hesen Yûsifî Eşkûrî dibêje, “Piraniya xelkê nerazî ne û nemana Komara Îslamiya Îranê wek yekane rêya rizgarbûnê dizanin. Mela jî sembola desthilatê ne, lewma ketine ber hêrsa xelkê.”

Ew şêwaza derbirîna nerazîbûna welatiyan, rastî rexneyan jî bûye. Çalakvanê siyasî yê reformxwaz ê Îranê Ehmed Zêydabadî ragihand, “Ew melayên berpirsyariyên bilind hene, bi hêsanî naçin nava xelkê û eger biçin jî, zêrevanên wan hene. Dibe ku beşek ji wan melayên şaşikên wan tên avêtin, ji desthilatê nerazî bin.”

Medyaya Îranê li beramber dîmenên avêtina şaşikên melayan, dîmenên maçkirina şaşikan belav dike.

Beşek ji melayên Îranê ji bo ku kes nekaribe şaşikên wan bavêje, şaşikên xwe girêdidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:43:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x