Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê: Biryara Îraqê li dijî destûrê ye

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bertek nîşanî nameya Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê ya li ser neşandina meaşên karmendan da.

30.05.2025, Cum - 09:58

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê: Biryara Îraqê li dijî destûrê ye
Nuçe Belav bike

Wezaretê diyar kir ku biryar li dijî Destûra Îraqê û biryarên Dadgeha Federal e û divê meaş neyên rawestandin û ragihand ku di çarçoveya budceya 2025an de zêdetirî 9 trilyon dînarên ku divê werin şandin Hewlêrê hîn nehatine şandin.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke Erebî bersiva nameya Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê da û ragihand ku rêbaza Hikûmeta Îraqê ya diyarkirina parê budceya Herêma Kurdistanê li dijî destûrê ye.

Wezareta Darayî ya Kurdistanê amaje bi madeya 121ê ya paragrafa 3yem a destûrê kir û diyar kir ku dabeşkirinên darayî yên ku dê ji bo Herêma Kurdistanê werin kirin divê li gorî pêdiviyan û ji dahatên Hikûmeta Federal werin dabînkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara Dadgeha Federal a 10ê Sibatê ya hejmara (4/Federal/2025/303) nayê wê wateyê ku meaşên karmendên Kurdistanê neyên dayîn û hat îdiakirin ku Hikûmeta Îraqê ev biryar şaş şirove kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryarên Dadgeha Federal armanca dabînkirina dadmendiyê di navbera hemû pêkhateyên Îraqê de dike û bi taybetî mafên bingehîn ên wekî meaşên karkerên giştî divê bên garantîkirin.

Her wiha hat gotin ku biryara dadgehê ya 21ê Sibatê 2024an a hejmarên 224 û 269/Federal/2023 jî tekezî li ser wê yekê dikin ku meaşên karmend û malnişînên Kurdistanê divê ji parê salane yê budceyê bên dayîn.

Tenê 4 trilyon hatin şandin, 9 trilyon kêm in

Li gorî Wezareta Darayî, Hikûmeta Federal ji bo sala 2025an qebûl kiribû ku budceyeke bi giştî 13 trilyon 334 milyar 587 milyon dînarî bide ku ji bo 12 mehan be.

Lê heta niha tenê 4 trilyon û 223 milyar û 625 milyon û 165 hezar dînar hatine şandin.

Bi vî awayî Hikûmeta Îraqê divê 9 trilyon û 110 milyar û 961 milyon û 835 hezar dînarên din bişîne.

Hûrgiliyên pereyên ku hatine şandin

Xercî dema serdana Heyeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê bi çavdêriya rasterast a Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê hat qebûlkirin.

Di vê çarçoveyê de 4 trilyon dînar wekî parê tevahiya budceya 2025an hat nirxandin û wan veguhast hesabê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê yê li Bankaya Navendî.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku helwesta Wezareta Darayî ya Îraqê ya derbarê dayîna meaşan li dijî destûrê û yasaya budceya derbasdar e.

Her wiha hat gotin ku daxwaza Hikûmeta Federal a ku Herêma Kurdistanê dahatên petrolê bişîne xezîneya federal li dijî madeya 29an a Yasaya Birêvebiriya Darayî ya Federal a sala 2019an a hejmara 6an e.

Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê doh bi rêya nameyekê Herêma Kurdistanê agahdar kir, “ji ber ku para yasayî ya dahata petrolê û derveyî petrolê nehatiye şandin, dayîna berdewam a pereyan a ji bo meaşan mimkun e”.

Di nameya ku bi îmzeya Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê hatiye şandin de wiha hat gotin:

“Ji sala 2023yan heta Nîsana 2025an, dahata petrolê û derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê bi tevahî gihîştiye 19,9 trilyon dînarên Îraqî.

Lê belê ji vê tenê 598,5 milyar dînarên Îraqî ji Bexdayê re hatiye şandin.

Ev yek li dijî Yasaya Budceyê ye û biryarên Dadgeha Federal jî bi cih nayne.”

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Hikûmeta Îraqê kir û li ser bingeha destûr, biryarên dadgeha federal û yasayên derbasdar xwest ku ji bo karmend, malnişîn, malbatên şehîd û qurbanên Enfalê û kesên ku ji tora ewlehiya civakî sûdê dibînin li Herêma Kurdistanê wekî parêzgehên din bi rêkûpêk bên dayîn.

Wezareta Darayiyê ya Îraqê jî bersiva Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê da

Wezareta Darayiyê ya Îraqê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend nebûye bi radestekirina dahata petrolê û derveyî petrolê.

Wezaretê her wiha diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrola qadan radest nekiriye, ji ber vê yekê ew êdî nikarin meaşên mehên din ên îsal bişînin.

Wezareta Darayiyê ya Îraqê her wiha da zanîn, li gorî yasaya budceyê û biryara Dadgeha Bilind a Federal, divê Herêma Kurdistanê dahata petrolê û derveyî petrolê radest bike Hikûmeta Federal ku ew meaşan bide û da zanîn:

“Wezareta Darayî pêbendê yasayê û biryara dadgeha federal bûye lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:19:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x