Pakêta nû ya guhertina cezayan: 19 hezar û 800 girtî dê sûdê wergirin

10emîn Pakêta Dadê ku 30 xalan li xwe dihewîne û guhertinan di 9 qanûnan de pêşniyar dike li Parlamentoya Tirkiyê ye.

30.05.2025, Cum - 09:54

Pakêta nû ya guhertina cezayan: 19 hezar û 800 girtî dê sûdê wergirin
Nuçe Belav bike

Pêşniyara "guhertina cezayê" ya ku ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ve hatiye amadekirin, pêşkêşî Serokahiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler li Parlamentoyê di konferanseke çapemeniyê de li ser pakêtê axivî.

"Ev destpêk e em dê bidomînin"

Guler diyar kir ku wan paket radestî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û dê di rojên pêş de bê pêşniyar yasa bê Komîsyona Dadê.

Abdullah Guler got, "Em dê paketên cuda bînin rojevê. Ev pêşniyara yasayê destpêkek e, em dê bidomînin."

Li gorî zanyariyan 10emîn Paketa Dadê ku ji aliyê AK Partiyê ve hatiye pêşkêşkirin dê 31ê Gulanê li Komîsyona Dadê bê nîqaşkirin.

Paket dê 31ê Gulanê saet 16:00an de li Komîsyona Dadê bê nîqaşkirin her wiha piştî ku paket ji komîsyonê derbas bibe dê biçe civîna giştî ya parlamentoyê.

DEM Partiyê dixwest ji bo hin girtiyên siyasî û girtiyên nexweş, di nav de hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş jî guhertin çêbibe.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser pakêtê got, "10emîn Pakêta Dadê dê pergala cezayî xurttir bike, têkoşînê li dijî sûcan pêk bîne, pêşiya sûckirinê bigire û tirsê zêdetir bike."

Xalên sereke yên pêşniyarê

Li gorî gotina Guler dê 19 hezar û 800 girtî ji vê pakêtê sûdê wergirin.

Ji bo rewşên taybet yek ji wan rewşa taybet nexweşî ye di çarçoveya rewşa taybet de dê "texmînî nêzîkî 1,500-2,000 kes ji guhertinê sûdê wergirin.

Guhertin ji bo kesên ku dikevin vê çarçoveyê derfeta derbaskirina cezayê li malê dide.

Xala 110an a ku rêbazên taybet ên cezayê diyar dike, kesên ku ji ber çalakiyên terorê hatine mehkûmkirin li derveyî çarçoveyî guhertinê dihêle.

Şert û mercên derbaskirina cezayê li malê

Ji bo derbaskirina cezayê li malê ji bo jin, zarok û kesên temen mezin guhertinên cuda li xwe digire.

Mehkûmên jin, zarok û yên li ser 65 salî dikarin sê salên mehkûmiyeta xwe li malê derbas bikin. Ev dem berê salek bû.

Kesên li ser 70 salî dikarin çar sal, yên li ser 75 salî pênc sal, yên li ser 80 salî şeş salên cezayê xwe li malê derbaz bikin.

Kesên ku ji ber nexweşiyê nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe di girtîgehê de bidomînin jî dikarin bi biryara Tiba Dadî cezayên xwe li malê temam bikin.

Kesên ku ji ber sûcên "muebbeta giran" û "darbeyê" hatine mehkûmkirin nikarin ji vê guhertinê sûdê wergirin.

Cezayên din ên ku hatin zêdekirin

Cezayê ji bo sûcê gulebarankirinê tê zêdekirin û dibe pênc sal. Bikaranîna demançeyên teqteqok (bê gule) dikeve çarçoveya vê sûcê.

Cezayê bikaranîna çekan li nava xelkê di çalakiyên wekî dawet, nîşan û oxirkirina leşkeran de tê zêdekirin.

Cezayên ji bo kesên ku ewlehiya trafîkê dixin xetereyê jî tê zêdekirin. Sînorê jêrîn ê cezayê girtîgehê ya ku dê li kesên di bin bandora alkol an jî madeyên hişber de wesayitan diajon were sepandin, ji sê mehan derket şeş mehan.

Sînorê jêrîn ê cezayê bingehîn ê sûcê birîndarkirina bi zanebûn, eger li hemberî jinan bê kirin, tê bilindkirin.

Nîqaşên li ser pêşniyarê

Li gorî amarên Saziya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji 7ê Nîsana 2025an ve li Tirkiyeyê zêdetirî 403 hezar girtî û mehkûm di girtîgehan de ne.

Kapasîteya tevahî ya 395 saziyên girtîgehan ên li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 300 hezarî ye.

Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temellî li ser pêşniyar yasayê axivî eşkere kir ku ew li bendê bûn ku hemû girtiyên nexweş û pîr bên azadkirin.

Li aliyê din, 

Tê çêverêkirin ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya guhertinên yasayê dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike.

Hat zanîn ku Numan Kurtulmuş dê 2yê Hezîranê saet 10:30yan de Koma DEM Partiyê ya li parlamentoyê ziyaret bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:36:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x