Şaxewan Ebdila: Dema vekişîna ji Bexdayê hatiye

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê dibêje, "Me çend caran daxwaz kiriye û niha jî dem hatiye ku em vekişin an jî Bexdayê boykot bikin."

30.05.2025, Cum - 10:01

Şaxewan Ebdila: Dema vekişîna ji Bexdayê hatiye
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdila di peyamekê de, ku doh (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) li ser Facebookê belav kir, nivîsiye, "Îro, piştî gengeşeyeke dûr û dirêj bi xûşk birayên xwe ji serokên fraksiyonên Kurdistanî re li ser biryara neşandina mûçeyên fermanberên Herêma kurdistanê, bi spasî ve wekî her car hejmarek biryaran bi yekdengî hat dan.”

Şaxewan Ebdila amaje jî da ku, wan nivîsarek ji Serokwezîrê Iraqê re li ser wan binpêkirinên ku li dijî fermanberên Herêma Kurdistanê tên kirin şandiye, ji ber ku ew dikeve xaneya birçîkirina welatiyên.

Navbirî ron jî kir, "Me daxwaz kir ku wan binpêkirinan rawestîne û mûçeyan bişîne û pirsgirêk ji bingeh ve bên çareserkirin û êdî mûçeyan wekî karteke siyasî li dijî fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn."

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê eşkere jî kir, "Me ji Serokkomar û wezîrên Kurd xwestiye ku li ser vê mijarê helwesteke zelal hebe. Me gelek caran xwestiye ku biryara vekişîn an boykotkirina me ji Bexdayê bê dan, lê her car destûr hatiye dan ku em danûstandinan bikin û hêvî wesa bû ku pirsgirêk çareser bibin."

Şaxewan Ebdila tekez jî kir, "Her gava ku biryara boykotkirinê an vekişînê an jî her biryareke din bê dan, ez dê di seetekê de bi cih bînim û ez difikirim jî ku dema wê ye."

Fraksiyonên Kurdistanî amaje jî her doh (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) daye, “Bi liberçavwergirtina rewşa mirovî û ew rewşa dijwar a ku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber polîtîkayên Wezareta Darayî ya Federal tûş bûne gihîştiye asta birçîbûn û şerê jiyara wan rojane, armanceke siyasî li pişt vê biryarê heye û binpêkirina destûrê Iraqê ye, ku li dû madeya 37/Yekê parastina rêz û rûmeta welatiyan bê ku şert û merc çi bin garantî dike.”

Ev di demekê de ye ku piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî duhî (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kiriye ku, êdî nikare li ser şkandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara Dadgeha Federal û qanûna budçeya giştî ve girê daye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:02:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x