Tehran: Rûhanî, Donald Trump red kir!

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Qasim Behramî ragihand ku Serokomar Hesen Rûhanî daxwaza hevdîtinê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump red kiriye.

30.10.2017, Pts - 09:06

Tehran: Rûhanî, Donald Trump red kir!
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Qasim Behramî di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Meha borî di serdama civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza hevdîtineke taybet li Serokomar Hesen Rûhanî kir, lê Rûhanî daxwaza Trump qebûl nekir."

Qasim Behramî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Axaftinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû Rûhanî qanih bûye bi Trump re hevdîtinekê bike ne rast e û ji rastiyê dûr e."

Ajansa nûçe ya nîvfermî ya Îranê Farsê hefteya borî di nûçeyeke xwe de gotibû Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Rûhanî û Trump bîne cem hev kedeke mezin dide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:16:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x