Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî radigihîne, êrîşên Amerîka û Brîtanya yên ser Yemenê dê bibe sedema berfirehkirina şer. Tekez kir jî, Tehran nwxwaze bi ti welatekî re bikeve nava aloziyan.
Kananî di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane de bal kişande ser wê yekê ku “Navenda aloziya li herêmê, şerê Xezzeyê û kuştina filistîniyan bi piştevaniya Amerîka û hevpeymanên wê ye. Tekane çareserî jî agirbesta li Xezzayê ye.”
Kenanî tekezî li ser wê yekê kir jî: “Kî aramiyê dixwaze, divê şerê li Xezzeyê rawestîne.”
Got jî: “Êrîşên Amerîka-Brîtanyayê li ser Yemen, Iraq û Sûriyeyê, berûvajî daxuyaniyên Washington û Londonê ne ku dibêjin naxwazin qada şer berfireh bibe. Lê ew bi xwe aştiya navdewletî û herêmî dixin bin metirsiyê û dibin sedema berfirehbûna şer.”
Kenanî got jî: “Em bi tu welatekî re aloziyan gur nakin. Ji Îranê re ti hêzên din ê çekdarî tune ne ku li ser navê wê şer bikin.” Herwiha got jî: “Komên li herêmê, yên wan welatan in û piştevaniya Xezze û gelê Filistînê dikin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got jî: “Amerîka ne beşek ji çareseriyê, belkû bi piştevaniya ji tawanên Îsraîlê û astengkirina hewlên navdewletî ji bo bidawîanîna şerê li Xezzeyê re, beşeke ji pirsgirêkê ye.”
Ev daxuyaniya Kenanî piştî wê tê, Amerîka û Brîtanyayê duhî bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn, wan li Yemenê 36 armancên Hûsiyan bombebaran kirin.