Parlamentoya Iraqê derbarê êrîş û binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê welatên cîran ve, ku di rûniştina girtî de hat kirin, ti biryar nestend.
Parlamentoya Iraqê roja sêşemê (22.11.2022) derbarê parastina serweriya welatê xwe de, ku di civîneke girtî û neçaverêkirî de hat lidarxistin, endamên encûmenê nekarîn li ser helwestekê ji bo bersivdana êrîşên wan bigihin rêkeftinekê.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Lêjneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ragihand ku Parlamentoya Iraqê biryar da ku civîneke hevbeş di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo welatên cîran were lidarxistin.
Berî naha Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Harem Kemal Axa ji Kurdistan 24ê re gotibû, eger Bexda ti tedbîran li hember êrişên ser Herêma Kurdistanê negire, ew xemsarî û bêwijdanî ye li hember serweriya Iraqê ye.
Derbarê êrîşên berdewam ên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê jî Harem Kemal Axa diyar kiribû ku ev êrîş bûne aciziyeke mezin û binpêkirina serweriya Iraqê û mafên mirovan.