Hêzên Piştevaniya Bilez: Artêşa Sûdanê teqe li Balyozê Tirkiyê kir

Hêzên Piştevaniya Bilez a Sûdanê, Balyozê Tirkiyê bi silametî li Xertûmê bo cihekî parastî veguhestine, ev jî piştî wê yekê ku otomobîla Balyozê Tirkiyê rastî destdirêjiya gulleyan hatiye.

06.05.2023, Cts - 16:23

Hêzên Piştevaniya Bilez: Artêşa Sûdanê teqe li Balyozê Tirkiyê kir
Nuçe Belav bike

Hêzên Piştevaniya Bilez di twîtekê de ragihand: “Di pêngaveke tirsnak de ku binpêkirina eşkere ya hemû rêkeftin û peymanên navdewletî bo parastina nûnerên dîplomasiyê, hêzên Artêşa Sûdanê li Xertûmê teqe li otomobîla Balyozê Tirkiyê Îsmaîl Çopanoglu kirin.”

Herwiha Hêzên Piştevaniya Bilez diyar dike: “Bûyer piştî wê yekê rûdaye ku beriya niha hevahengî di navbera herdu aliyan de hebûye derbarê veguhestina balyozxaneyê de û dizanîn avahiya balyozxaneyê di jêr kontrola hêzên artêşê de ye.”

Hêzên Piştevaniya Bilez eşkere kir ku wan karîne balyoz û şanda wî bo cihekî parastî veguhezin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x