Medyaya Sûriyê: Israîlê bi mûşekan êrîşî bajarokekî Tertûsê kiriye

Artêşa Israîlê bi mûşekan li ser Deryaya Navîn re, êrîşî bajarokê Himêdiyê ya li başûrê bajarê Tertûs a Sûriyê kir.

02.07.2022, Cts - 06:45

Medyaya Sûriyê: Israîlê bi mûşekan êrîşî bajarokekî Tertûsê kiriye
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Sûriyê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ya wî welatî ragihandiye ku îro Şemiyê 2ê Tîrmeha 2022an di saet 06:30an de Artêşa Israîlê bi mûşekan li ser Deryaya Navîn re, êrîşî bajarokê Himêdiyê ya li başûrê bajarê Tertûs a Sûriyê kiriye.

Li gor heman çavkaniyan, di encama mûşekbaranê de, 2 kesên sivîl birîndar bûne, yek ji wan jin e, her wiha ziyanên madî jî çêbûne.

11ê Hezîrana 2022an Israîlê di êrîşekê de Firokexaneya Şamê armanc kiribû û di encamê de, ji 10 rojan zêdetir ji kar ketibû, geştên asmanî hatibûn rawestandin.

Her wiha 23ê Hezîrana 2022an, Wezareta Veguhastinê ya Sûriyê ragihand ku Firokexaneya Navdewletî ya Şamê careke din kete xizmetê û dest bi geştan dikin.

Di du salan borî de Israîlê hejmareke zêde ya bingeh û navendên Artêşa Sûriyê û milîsên ser bi Îranê ve armanc dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 705 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:22:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x