Amerîkayê derbarê cezayên aborî yên ser Rûsyayê de hişyarî da kompanyayên Tirkiyê û ragihand ku“Kompanyayên ligel Rûsyayê bazirganiyê bikin dê rûbirûyê cezayan bibin.”
Piştî êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, di serî de Amerîka û Ewropayê gelek cezayên aborî li ser Rûsyayê sepandin. Lê Tirkiyê beşdarî van cezayan nebû û peywendiyên xwe yên aborî bi Rûsyayê re berdewam kirin. Kompanyayên Rûsî jî Tirkiye wek rêyeke xilasbûna ji cezayan dîtin.
Li gor rojnameya Wall Street Journal (WSJ), Rêveberiya Amerîkayê nameyek ji Ofîsa Odeya Bazirganî ya Amerîkayê li Tirkiyê û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) re şandiye û derbarê bazirganiya ligel kompanyayên Rûsî de hişyarî daye.
Di nameyê de ku ji aliyê Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Wally Adeyemo ve hatiye nivîsandin, kompanyayên Tirkiyê tên agahdarkirin ku eger ligel kompanyayên Rûsî yên ceza li ser wan hatiye sepandin kar bikin, dê rûbirûyê cezayan bibin.
Wally Adeyemo, pêştir di hevdîtina telofonî de bo heman mijarê ji Cîgirê Wezîrê Xezînê yê Tirkiyê re gotibû: “Sazî û kesayetiyên Rûs hewl didin bi rêya Tirkiyê ji cezayan rizgar bibin.”