AP: Erdogan xwestiye şandekê bişîne Şamê lê Beşar Esed red kiriye

Beşar Esed gotiye divê şandên Tirkiye û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.

23.11.2022, Çar - 14:52

AP: Erdogan xwestiye şandekê bişîne Şamê lê Beşar Esed red kiriye
Nuçe Belav bike

Ajansa nûçeyana Associated Press (AP) ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan xwestiye şandekê bişîne Şamê, lê Beşar Esedî daxwaza wî red kiriye û gotiye divê şandên Tirkiye û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.

Li gor nûçeya Associated Press (AP), Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya rayedarên Îranê ji Serokê Suriyeyê Beşar Esed re peyam şandiye û xwestiye ku, arteşa Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û nehêle ku gaz û neft ji aliyê şervanên Kurd ve were bikaranîn û bila penaberên Sûrî vegerin welatê xwe.

Recep Tayyip Erdogan herwiha xwestiye, şandekê ji Enqerê bişîne Şamê, lê Beşar Esed daxwaza Erdogan red kiriye û gotiye divê şandên Tirkiyeyê û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.

Serokomarê Tirkiyeyê îro herwiha li Parlamentoya Tirkiyeyê got, ew amade ye ligel Beşar Esed bicive û got: “Di siyasetê de dilgiranî çênabe û di guncavtirîn dem de gav tên avêtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x