Babacan û Davutoglu li ser êrîşa Parîsê ya li dijî Kurdan daxuyanî dan

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser êrîşê di hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyaniyek da.

24.12.2022, Cts - 11:43

Babacan û Davutoglu li ser êrîşa Parîsê ya li dijî Kurdan daxuyanî dan
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, ji bo kesên di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de canê xwe ji dest dane sersaxî xwest û got, “Ez bang li Hikûmeta Fransayê dikim ku ji bo ewlehiya gel bi têkoşînek têr û bi biryar li dijî nijadperestiyê her tedbîran bigire.” Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî di daxuyaniya xwe de got, “Ji kesên ku di êrîşa nijadperest a li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de canê xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.”

Li paytexta Fransayê, Parîsê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10emîn êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li ser êrîşê di hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyaniyek da.

Babacan ê ku bang li Hikûmeta Fransayê kir ku bikevin nava liv û tevgerê di berdewama axavtina xwe de anî ziman, “Rehma Xwedê li kesên ku di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de canê xwe ji dest dane be, ji mirovên wan re jî sersaxiyê dixwazim. Ez bang li Hikûmeta Fransayê dikim ku ji bo ewlehiya gel bi têkoşînek têr û bi biryar li dijî nijadperestiyê her tedbîran bigire.”

Davutoglu: Ez şermezar dikim

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û got, “Ji kesên ku di êrîşa nijadperest a li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de canê xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Ez terora nijadperest şermezar dikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:21:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x